Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Di demekê de ku rageşiya bi Îranê re jinûve zêde bûyî de, DYA amadekariyê dike ku hêzên xwe yên leşkerî yên li Rojhilata Navîn gelekî zêde bike. Li gorî nûçeya Wall Street Journalê DYA wê ji 9 heta 10 hezar leşkerên din bişîne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo hêza xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn xurt bike, komeke din a şer a ji nêzî 10 hezar leşkerî û keştiyeke balafirên şer a sêyemîn dişîne.
Li gorî nûçeya Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarên DYA’yî, keştiya balafiran USS Theodore Rossevelt li gel keştiyên din ên şer ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ket. Di heman demê de USS Makin Island jî li gel 2 hezar leşkerên deryayî ji San Diego ber bi herêmê ve bi rê ket. Tê payin ku keştî û personelên pê re heta dawiya meha Mijdarê bigihêje herêmê.
Wê li herêmê zêdeyî 60 hezar leşkerên DYA’yî hebin
Bi bicihkirina nû re tê payin ku hejmara personelên leşkerî yên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn bigihêje zêdeyî 60 hezar kesî.
Dema ku USS Theodore Roosevelt bigihêje herêmê, hingî li gel USS George H.W. Bush û USS George Washington bibe keştiya sêyemîn a balafirên şer ku li heman herêmê dimînin. Lê belê tê gotin ku USS George Washington piştre li baregeha li Japonyayê vegere.
Taqwiyeyên nû ne tenê bi hêzên deryayî ye. Tê palnkirin ku balafirên şer, hêzên parastina hewayî û yekîneyên bejahî jî ji herêmê re bêne şandin. Pentagonê her wiha dema wezîfeyê ya Tumena Daxistina Hewayî ya 82’emîn a li herêmê dirêj kir.
Alternatîfên li dijî Îranê têne berfirehkirin
Li gorî rayedarên DYA’yî, zêdekirina hêza leşkerî ji bo wê yekê tê kirin ku gelek alternatîfên leşkerî pêşkêşî rêveberiya Donald Trump bike ku li hemberî Îranê bi kar bîne.
Rêveberiya DYA’yê alternatîfên leşkerî li ser maseyê dihêle ku eger ji hevdîtinên bi Îranê re encamek bi dest nekeve bi kar bîne.
Trump di hevpeyvîna bi kovara Time re diyar kiribû ku eger bi Îranê re li hev neke, piştî hilbijartinên navberê yên 3’ê Mijdarê wê karibe li dijî Îranê dest bi bombardûmaneke nû bike.
Pêşniyara agirbestê ya Îranê hate redkirin
Bicihkirina hêzên nû yên leşkerî piştî wê yekê kete rojevê ku pêşniyara dawî ya agirbestê ya Tehranê ji aliyê Trump ve hate redkirin.
Îranê pêşniyar kiribû ku di berdêla jinûve vekirina Tengava Hurmuzê û destpêkirina muzakereyên nukleerê, DYA dorpêça li ser bendergehên Îranê rake. Pêşniyar bi rêya Qatarê ji Washingtonê re hatibû ragihandin.
Trump jî diyar kiribû ku ev pêşniyar têrker nîne û sînyala wê yekê dabû ku eger bi Tehranê re li hev neke dikare operasyonên leşkerî jinûve bide destpêkirin.
Şandina USS Theodore Rossevelt li herêmê wê hêza DYA’yê ya li derya Rojhilata Navîn di asteke bilind de zêde bike.
………..
Dawiya Peyam/
Your Comment